15 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2016
BÎNGOL
Ji ber berf û bagera li herêmê rêya 184 gundên Bîngolê girtî ne.
Berfa ku do sibê dest pê kir û hetanî êvarê barî di jiyana welatiyan da gelek tengasî derxist.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Xizmetên Çûyîn û Hatinê ya Îdareya Taybet a Bajêr hatin sitandin, ji ber ba û bagerê rêya 184 gundan hatiye girtin.
Ji bo vekirina rêyên girtî 2 sawirme, 14 kirêder, 8 dozer, 12 kepçe, 3 wesayîtên rêçkirina berfê û 120 xebatkar dixebitin.