Rıdvan Korkulutaş
25 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2021
Li Yedisuya navçeya Bîngolê demsala payîzê bi tonên rengên kesk û gevez xwe dide der.
Li Yedisuya 130 kîlometre dûrî navenda bajêr, darên spîndar û yên fêkiyan ên li herdu rexên Çemê Periyê bi hatina payîzê rengbireng in.
Li ser rêbejaya Yedisu-Karliovayê ku xweşikahiya payîzê bi droneê jî hat kişandin, rêwîtiya heywandaran a digel birên pez a di nava tonên rengên payîzê da dîmenên newaze derxistin holê.
Ahenga xuşexuşa ava çem û dengê hejîna pelên daran ziyaretvanan aram dike û wan ji stresa qelebalixiya jiyanê dûr dixe.