Cüneyt Çelik
27 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2023
Cazîbeya Gola Çildirê ya ku yek ji rotayên seyaheta zivistanê yên turîstan e her ku diçe zêde dibe.
Sitûrahiya cemeda Gola Çildirê ya li sînorê Erdexan û Qersê bi tesîra sermayê gihaşt 30 santîmêtroyê.
Turîstên herêmî û biyanî yên ku bi Ekspresa Rojhilatê û Ekspresa Rojhilat a Turîstîk va tên herêmê li ser rûyê cemedgirtî yê golê dimeşin û geşta taxûka hespan dikin û xwe bi patenê kaş dikin.
Muhammed Enes Îpekê Qaymeqamê Çildirê got ku Gol Çildirê pîsta cemedê ya herî mezin a dinyayê ye.
Îpek got ku gol bi taybetî di mehên zivistanê da rastî eleqeyê tê û wiha axivî:
"Gola me dema ku zivistanê cemed digire bi masîgiriya bi usûla eskîmoyan va kargeh, mirov, gundî û kooperatîfên me yên li herêmê dahatê dibin mala xwe. Di heman demê da xizmetê didin turîstên biyanî û herêmî yên li herêma me. Digel xizmeta masîgiriyê gelekî girîngiyê didin fealiyetên sportîf jî. Ji ber ku pîsta cemed e ciwanên me, mirovên me yên li herêmê xizanga bi hespan, patena cemedê, di heman demê da fîrmayên otomotîvê li ser rûyê golê fealiyetê dikin."
Îpek behs kir ku ji bo nasandina herêmê walîtî û şaredarî di demsala zivistanê da mihrîcanan li dar dixin.
Îpek bangî her kesî kir ku bila bên û dîmenên bêhempa yên li herêmê bibînin.
- Turîstên biyanî bûn heyranê tebîeta Gola Çildirê
Ulysse Lebeauyê Swîsreyî yê ku bi hevserê xwe ra derkete geşda dinyayê û bi otostopê digere got ku kelecana meşa li ser cemedê dîtin û got ku "Em li Tirkiyeyê cara ewil şahidiya erdnîgariyeke evqas xweşik dikin. Me li vir li tehma penêr nêrî û gelekî xweş e. Me Xirabeyên Aniyê jî gelekî ecibandin. Dema cara ewil derketim ser cemedê gelekî kelecanî bûm, ji şikestina cemedê tirsiyam lê niha tirsa min reviya. Cemed sitûr e û di bin da av diherike, ez gelekî rehet im."
Eva Lagrandeyê jî diyar kir ku bê heyranê herêmê û wiha axivî: "Em li ser Gola Çildirê ne, min texmîn nedikir ku dê evqas cemed bigire. Cara ewil e ez derdikevim ser cemedê. Li welatê me jî heye lê dîmeneîe evqas xweşik tune. Ez cara ewil e dibînim ku li ser cemedê taxûkê hespan hene û aktîvîteya turîzmê heye. Çiyayên spî xemilî yên dora golê jî gelekî xweşa min çûn."