Sidar Can Eren,Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Yunus Hocaoğlu,Abdullah Söylemez,Barış Yalçınkaya
27 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2023
Herêma Rojhilatê Anadoluyê ya ku germahiya meha kanûna pêşîn li ser nîvendiya çendî salan e û lê hewa herî zêde germ bûye di demsala zivistanê da hema bêje hewa wekî biharê ye.
Li gor analîza germahiya demsalî û mehane ya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê germahiya nîvendî ya meha kanûna pêşîn a herêmê çendî salan di bin sifirê da 1,5 pile bû lê ev rêje di kanûna pêşîn a 2022yan da 2,4 pile bû. Rojhilatê Anadoluyê bi vê germahiy wekî herêma ku germahiya wê herî zehf zêde bûye balê dikşîne.
Germahiya nîvendî li Tortuma navçeya Erziromê û Bazîda navçeya Agiriyê dora asta demsalê da ye lê li cihên din ên herêmê di ser asta demsalê ra ye.
Li Erzirom, Agirî, Qers, Erdexan, Tuncelî û Erzingana li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewa wekî biharê ye.
Li van bajarên ku salên borî di mehên kanûna pêşîn û rêbendanê da di bin berf û cemedê da bûn û mirovan nedikarî bi hêsanî bimeşin îsal kêfa hewaya germ derdixînin.
- "Berê jî hindik berf dibariya lê tu carî wiha nebibû"
Necatî Îspîrlîogluyê 72 salî yê Erziromê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku li tevahiya welêt hişkesalî heye.
Îspîrlîoglu behsa feydeyên barîna berfê kir û got ku "Berf ji bo cotkaran gelekî girîng e ji ber ku dema berf dibare li ser rûyê erdê dimîne û dimije. Feydeya wê ji bo zadan heye. Berê jî hindik berf dibarî lê tu carî wiha nebû. Ez 72 salî me û min tiştekî wiha nedît."
Velî Kasunê 70 salî yê ku li Tunceliyê dijî jî got ku bi mêşvaniyê debara xwe dike.
Kasun got ku barîna berfê havîn û biharê ji bo mêşvaniyê gelekî baş e û ev gotin: "Me di ciwaniya xwe da 2-3 mêtro berf dît. Wê çaxê dema berf dibarî paşê baran dihat ê av zêde dibû. Ber û bereket zêde bû. Em tu carî rastî zivistaneke wiha bêav nehatin. Hema bêje zivistan qediya lê hê jî berf nehatiye."
- "Birh, mijang, por cemed digirt niha her kes li parkan e"
Cabîr Atîllayê 70 salî yê Qersî jî diyar kir ku li Qersê cara ewil zivistaneke evqas germ dibînin.
Atîlla behs kir di roja germ û bi tav da ji bo gerê derketin derva û wiha axivî: "Berê dema li Qersê li kolanan digeriyan birh, mijang, por cemed digirt. Li Kolana mêtroyek berf hebû. Niha em lê dinêrin dilopek berf tune. Niha hewa gelekî germ e her kes li parkan e. Me jî çav da tavê û derketin derva."
Îkram Unalê 56 salî yê ji Agiriyê jî bi bîr xist ku li bajêr salên borî çendî mêtro berf dibarî.
Unal bal kişand ku vê zivistanê germahî di ser asta demsalî da ye û wiha axivî: "Îsal hewa zehf xweş e, wekî havînê ye. Hişkesalî heye û ev rewş nebaş e. Xwedê çi bibêje dê ew çêbe. Ez di jiyana xwe da cara ewil dibim şahid ku evqas dereng berf dibare. Di sala 1973yan da jî di rêbendanê da berf dereng barî û berfa ku digiha 2 mêtroyan di rojekî da heliya. Par hewa gelekî sar bû û van çaxan bi qasî mêtroyekê berf hebû."