17 Tebax 2017•Rojanekirin: 19 Tebax 2017
KARS
Li Qersê congeyê bi navê "Talîsca" yê qederê tonekî diavêje û ji navçeya Dîgorê anîn bazara heywanan bi 15 hezar û 500 lireyî hat firotin.
Her ku diçe Eyda Qurbanê nêzik dibe û li bazarên heywanan jî qerebalixî û siqletî zêde dibe.
Ticar û welatiyên dixwazin ji bo eydê qurbanan bistînin ji gelek herêmên curbecur tên bazara heywanan ya li Qersê.
Kesên dixwazin ji bo eydê qurbanan bibin bajarên mezin jî tên bazarê û heywanên distînin li qamyon û TIRan bar dikin û dibin.
Li Qersê congeyê bi navê "Talîsca" yê qederê tonekî diavêje li bazara heywanan bi 15 hezar û 500 lireyî hat firotin.
Guven Alîogluyê li Qersê qesabiyê dike piştî bazareke qederê 48 saet ajot congeyê bi navê "Talîsca" ji heywandar Behçet Çiçek kirî.
Alîoglu daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Conge 950 kîlo avêt û min bi 15 hezar û 500 lireyî kirî. Ev conge ji Dîgorê hatiye. Em qederê 48 saet ketin ber hev ji bona bistînim. Navê conge Talîsca ye."
Qesabê conge kirî ji bo serjê bike li qamyonê kir û bir.