Önder Beyter
04 Nîsan 2019•Rojanekirin: 09 Nîsan 2019
Li gundê Karakopru (Xopêr) yê Mûşê malbata Sume, kevneşopiya mixtariyê ku ji kalik derbasî lawik dibe ev 88 sal e didomîne.
Li gundê Karakopru ku 10 kîlometre dûrî navendê ye û 120 mal û 280 dengdêrên wê hene, sala 1931ê Behrî Sume rahêşt mohra mixtariyê û di malbatê da kevneşopiya mixtariyê bi vî awayî dest pê kir. Piştî wî, kurê wî Abdullah Sume 25 sal, neviyê wî Abdulbaki Sume 35 sal û nevîçirkê wî Turan Sume jî 18 salan mixtarî kirin.
Endamê malbatê yê ji nifşa çaremîn Turan Sume di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê da ji bo cara 4emîn hat hilbijartin.
Turan Sume ku 48 salî û bavê 4 zarokan e, di hilbijartinê da ji ber ku hevrikê wî tunebû, dîsa bi ser ket ku dê li ser peywira xwe berdewam be.
Sume ji peyamnêrê AAyê ra destnîşan kir ku di serdemên mixtariya xwe da wî li gund gelek xizmet bi cih anîn.
Sume bal kişand ku li gund herkes xizmên hev in û lewma jî ev 88 sal e malbata wî vê peywirê tîne cih û wiha domand:"Ji gava ku gund hatiye avakirin û heya vê saetê mixtarî di destê malbata me da ye. Bavê min gava 75 saliya xwe da teqawid bû, xwe ji mixtariyê da alî û 18 sal berê min peywir jê sitand. Li gund bêyî rikber ev serdema 4emîn e ku ez li ser qoltixê mixtariyê rûdinêm. Gelek avantajên namzediya bêrikber hene. Di serî da li gund timî aramî heye. Em wekîhev xizmetê pêşkêşî gundiyên xwe dikin. Ji ber vê çendê jî baweriya welatiyan bi me heye û tu wextî li hemberî me kes ranebû, nebû namzed. Heya ku derfet hebe, ez ê vê peywira mixtariyê ku min ji kalik û bavê xwe wergirt, bidomînim."
Xelkê gund Îsmaîl Toraman jî bal kişand ku Sume ji bo gund xizmetên qenc kirin û wiha dewam kir, "Mixtarê me digel xelkê hemû gund bêyî ferq û cudahî peywendiyeke wehkev datîne, adil tevdigere û li ser esasekî wekhev xizmetê dike. Ez negihîştim kalikê wî, lêbelê bavê wî jî wiha kesekî mirovhez bû û ji wê yekê hez dikir ku xizmeta însanan bike. Ji ber vê çendê jî mezinên me hê wê gavê ev biryar dane. Malbata Sume heya di xizmeta xelkê gund da be, em ê jî li pişt bin."