Hüseyin Demirci
06 Tebax 2023•Rojanekirin: 10 Tebax 2023
Netîce Karataşa 70 salî ya li Sariqamîşa navçeya Qersê dijî xwendina helbestan gelekî hez dike ku bi vê tevgera xwe va balê dikşîne.
Karataşa dayika 7 zarokan li Kocaeliyê dijî, lê havînê diçe memleketê xwe Qersê.
Karataş li wir hem bi bax û baxçeyê xwe ra eleqedar dibe û hem jî pirtûk û helbestan dixwîne.
Karataşê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand eşqa wê ya helbestan hê di dibistana seretayî da dest pê kiriye û wiha axivî:" Min di 1960î da dest bi dibistana seretayî kir. Min helbetsa Hîvkalo xwend, mamoste jî jê hez kir. Piştî wê min di cejnan da helbest xwendin. Ji ber ku min baş helbest dixwend, mamoste her tim ew wezîfe dida min. Ez hê jî wan helbestan ji bîr nakim."
Karataşê got bi saya mamosteyê wê yê dibistana seretayî Fehîm Ozturk bala wê li ser helbestê çêbûye.
Karataşê got ew di rojeke cejnê ya 23yê Nîsanê da nexweş ketiye, lê dîsa jî wê helbest xwendiye û wiha dewam kir: "Min dibistana seretayî bi serkeftî qedand. Min Dibistana Susuz Cîlavuzê ya bi navê xwe yê niha Dibistana Mamosteyan ya Kazim Karabekirê ye qezenc kir. Apê min nehîşt ez herim û bibim mamoste. Hê jî ew di dilê min da maye. Niha derfeta min çêbe ez dikarim bixwînim. Ez xwendinê pir hez dikim."