Fatih Gazioğlu
12 Tebax 2019•Rojanekirin: 14 Tebax 2019
Li Geçîtboya gundê Şirnexê kevneşopiya parvekirina goşt ya ku dîroka wê xwedî 300 salin didome.
Li gundê Geçîtboyê qurbanên ku tên serjêkirin piştra li qada gund tên parvekirin.
Mixtar Şemsettîn Zeyrek got ku wan vê eydê 7 dewar û 39 mih serjêkirin. Zeyrak got ku nifûsa gundê wan 2 hezar e û wiha axivî:
"Li gundê me 250 xanî hene û 2 hezar kes dijîn. Malbatên ku qurbanê nadin jî ji vê îstifade dikin. Me goştê xwe wekhev parve kir. Di encama parvekirinê da ji bo her malekê 5 kîlo goşt ket. Ev adet ji bav û kalên me ji me re maye. Em ê vê kevneşopiyê înşellah nîşanî nifşên nû jî bidin."
Ji gundiyan Furkan Magrur got ev herekete gelekî baş e û wiha got: "Ji bo piştgiriyê îsal min jî qurbana xwe anî vir û serjêkir. Goştê tê komkirin li hemû malan wekhev tê belavkirin. Em wekî ciwan ji vê sepandinê gelekî memnnun in."