Haydar Şahin
18 Tebax 2019•Rojanekirin: 19 Tebax 2019
Li Bîngolê cûcika legleyê ji ser xanî ket û lingê wê şikest û gundî lê xwedî derketin.
Li Suduxuniya gundê Sancaka bajaroka navend cûcika leglegê ji ser xanî ket û lingê wê şikest. Mehmet Barmanê gundî dît ku legleg ketiye û lingê wê şikestiye legleg bir mala xwe û derman kir.
Barman lingê leglegê pêça û paşê haya Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê pê xist. Ekîb hatin malê legleg teslîm hildan û ji bo demankirina wê birin Fakulteya Beytariyê ya Zanîngeha Bîngolê.
Piştî dermankirinê ewê leglegê berî çolê bidin.