Haydar Şahin
28 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2019
Berfa do êvarê li Erziromê dest bi barînê kir hetanî ber destê sibê bi navber dewam kir. Piştî barîna berfê hewaya bajêr sar bû, welatiyan berfê ser wesayaît û pêşiya dikanên xwe paqij kirin.
Li bajarê xemla sipî li xwe kir ajokaran di rê da tengasî kişandin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê mezin li bajêr rê paqij kirin û xoyê reşandin.
Li bajarê xemla sipî li xwe kir ajokaran di rê da tengasî kişandin ( İsmail Kaplan - Anadolu Agency )
Berfa li Qersê barî ji bo hezkiriyên wênekêşiyê dîmenên xweşik derxist holê.
Ji ber berfa barî welatî di tengasiyê da man.
Ekîbên Midûriyeta Herêma 18an a Rêbejayê û yên Şaredariya Qersê berfa li rê û dirban paqij kirin.
- "Dîmenên xweşik"
Piştî barîna berfê li Kelha Qersê, Fethiye, Evliye û Mizgefta Kumbetê dîmenên xweşik derketin holê. Hezkiriyên wênekêşiyê wêneyên dar, nebat û tebîetê kişandin.
Taner Ergorê lîstikvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji Stenbolê hat Qersê û wiha pê da çû: "Tu dibê em hatine cinetê, berf dîmenên xweşik derdixe holê. Em ê 3 rojan li vê derê bimana lêbelê difikirin ku hinekî dîsa bisekinin. Em dixwazin hemû xweşikahiyên dîrokî bibînin. Dibê her kes were vê derê. Me xweşikahiyeke cuda dît."