DİYARBAKIR
Li Diyarbekirê di roja ewilîn ya Remezanê de hemwelatî ji germê aciz bûn. Welatî ji bo ku hênik bibin, çûn Ulu Camiya ku dîwarên wê bi kevir in. Gelek welatî nîvro tên mizgeftê û piştî ku îbadeta xwe dikin di nav hênikahiya mizgeftê de li benda fitarê dimînin.
Miftiyê Diyarbekirê Nîmetullah Erdogmuş daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Erdogmuş di daxuyaniyê de destnîşan kir ku mizgeft ne cihên wek fabrîqe û dibistanan e. Mirov kengî bixwazin dikarin bêne mizgeftan. Erdogmuş got ku welatî di roja remezanê ya ewilîn de ji ber aciziya germê dikarin bên mizgeftan bêhna xwe vedin û hênik bibin. Ev yek rewşeke xwezayî ye. Welatî piştî ku li mizgeftan îbadetên xwe dikin bêhna xwe vedidin. Ji bo ku di mijara paqijiyê de tu pirsgirêk dernekeve peywirdarên me çi ji destên wan tên, dikin.
Di vê navberê de Midûriya Meteorolojiyê ya Herêmê ragihand ku tê payîn li Diyarbekirê di meha remezanê de hewa vekirî û kêmewr be û germahî jî dê li gor demsalê be.