MUŞ- FAHRETTİN GÖK
Karsazê Mûşî Mehmet Bîngol bi "Helen Yû"ya Çînî re li Mûşê zewicî.
Helen Yû li Hong Kongê di bankeyeke taybet de dixebite. Par ji bo betlanê hat Stenbolê. Wê û Mehmet Bîngolê Mûşî hev du nas kirin. Hevaltiya wan heta demekê dewam kir lê piştî demekî biryara zewacê dan û dest bi amadehiyên daweta xwe kirin. Keça çînî di nav vê xirecirê de biryara xwe da ku bibe misilman.
Mehmet Bîngol pêşî keçika çînî nîşanî malbata xwe da û wan bi hev da nasîn. Bi erêkirina malbatê her du ezeban biryara zewacê girtin.
Dawet jî li Mûşê hat kirin. Xizmên bûkê jî ji Çînê hatin û beşdarî dawetê bûn. Li ber stranên kurdî govend jî girtin.
Zava Bîngol daxuyanî da AAyê û wiha got: "Salek berê me hev nas kir û hevaltiya me dest pê kir. Piştî demeke kurt me biryara zewacê da. Yû him ji bo ku bû misliman û him jî ji bo ku min qebûl kir, ez pir kêfxweş im.
Bûka Mûşiyan Yû jî daxuyaniyekê da nûçevanê AAyê û got: "Min qet hêviya zewacê nedikir lê dema ku ev pêşniyar ji min re hat ez pir bi kelecanî bûm. Malbata min piştgirî da me. Min xwest ku ez bibim misliman û ez pir kêfxweş im."