İbrahim Atmaca
15 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Li Şanliûrfaya ku wek "Bajarê Pêxemeran" tê pênasekirin û di turîzma bawerî û çandê da bajarekî girîng e, bi bandora "Sala Girê Mirazan" di biharê da pir tê ziyaretkirin.
Şanliûrfa di dîrokê da wek "navenda medeniyet û çanda dinyayê" tê qebûlkirin û li herêma ku di lîteratura arkeolojiyê da wek "Hîlala Bibereket" tê binavkirin cih digre. Eleqeya ser Şanliûrfayê zêdetir dibe.
Ji ber rîvayeta ku Hezretî Îbrahîm, Hezretî Lût, Hezretî Yaqûb, Hezretî Eyyûb, Hezretî Elyesa û Hezretî Şûayb lê mane, bajêr wek "Bajarê Pêxemberan tê pênasekirin û li dinyayê wek navendên girîng ên baweriyê tê qebûlkirin.
Her sal her demsalê ji çar aliyê dinyayê turîst tên Şanliûrfayê û hema bêje meriv li her kolan û kuçeyên Şanliûrfayê rastî turîstên biyanî tê.

Turîstên xwemalî û biyanî herî zêde Balikligol û Girê Mirazan ku ket Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê, ziyaret dikin.
Piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan 2019 wek "Sala Girê Mirazan" îlan kir û şûnda, wêraneya dîrokî ji aliyê gelek turîstên xwemalî û biyanî va tê ziyaretkirin û bi taybetî dawiyên hefteyê bi hezaran kes ziyaret dikin.

Ji ber eleqeya ser bajêr, turîstên ku bê rezervasyon tên bajêr ji bo dîtina cî warên mayînê tengasiyê dikşînin.
Midûrê Çandû Turîzmê yê Bajêr Aydin Aslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bajêr par mazûvaniya milyonekî zêdetir turîstan kir.
Aslan diyar kir li gor tesbîtê par Girê Mirazan li Tirkiyeyê di nav cihên ku herî zêde hatin meraqkirin da cih girt û wiha dewam kir:

"Otelên me vê gavê tijî ne. Di mehên cotmeh û mijdarê da jî dîsa rezervasyonên me gelek baş in. Li Şanliûrfayê tûrîzm her mehê heye. Bi Gastronomî, hunerên destan, Girê Mirazan, kompleksa muzeyê ya herî mezin a Tirkiyeyê, Xelfetî, Herrana xwe va em dibînin ku Şanliûrfa 12 meh û 365 rojan tê ziyaretkirin."
Serokê Odeya Rêberên Turîstên Herêmî ya Şanliûrfayê Muslum Çoban jî got ku ziyaretvan ji bo ku cih bibînin divê mehek an jî du meh pêş da rezervasyonê bikin.