Türkan Tosun
15 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Li Erziromê zarok hêlekana seyar a ku êdî di demên berê da maye sîwar bûn û roja xwe xweş derbas kirin.
Adem Yildiztaşê li navçeya Palandokenê li taxa Yunusemreyê dijî debara xwe bi hêlekana seyar va dike.

Yildiztaş piştî hewa êdî xweş bû hêlekana xwe ya seyar hilda, dîsa derket kuçe û kolanan ku him debara xwe bike û him jî zarokan kêfxweş bike.
Hêlekanên seyar ên bi qeweta mirovan tên hejandin berê zêde hebûn, lê êdî di rabirdûyê da man.
Yildiztaşê ku 2 sal in vî karî dike zarokan dixe hêlekanê, dihejîne û debara mala xwe wisa qezenc dike.

- "Zarok ji hêlekana seyar pir hez dikin"
Adem Yildiztaş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand wî ev hêlekan ji Stenbolê aniye û wiha axivî: "Hin rojan ez baş qezenc dikim, hin caran jî qasî ku îdareya xwe bikim pere qezenc dikim. Di nav hefteyê da li hin taxên bajêr, di dawiya hefteyê da jî meydanên bajêr ên qerebalix dixebitim. Zarok hêlekana seyar pir hez dikin. Hêlekena seyar a ji vê moderntir li cihên danûstendinê jî heye, lê zarok û malbat eleqeyê zêdetir nîşanî vê hêlekanê didin. Ji ber ku pir kevn e mirov eleqeyê nîşan didin. Hêlekena seyar berê di eydê da dixebitandin. Em ji bo 5 deqîqeyê ji zarokan lireyekî distînin. Di nava hêlekana seyar da milek heye em wê dizivirînin. Helbet mirov bixwaze û nexwaze diweste."