Nihat Kavşut
17 Îlon 2019•Rojanekirin: 19 Îlon 2019
Li Batmanê çinîna garis dest pê kir.
Serokê Odeya Ziraetê ya Batmanê Nîzamettîn Aydîş daxuyanî da û destnîşan kir li tevahiya Batmanê li 60 hezar dekarî garis hatiye avêtin.
Aydîş diyar kir sala par serê dekarê hezar û 700 kîlogram garis hildane û wiha got: "Îsal ji ber şert û mercên hewayê yên neyînî serê dekarî wê bi texmînî hezar û 400 kîlogram be. Li tevahiya bajêr çinîna garis dest pê kir. Par hezar 200 lire bû îsal bi hezar û 80 lireyî tê firotin. Gorî par cotkar îsal di zirarê da ne."
Abdulkuddus Gonulaçarê cotkar diyar kir îsal hilberîna garis kêm e û got ku wê îsal dahata min kêm be.