İbrahim Atmaca
23 Gulan 2019•Rojanekirin: 24 Gulan 2019
Li Silopiya navçeya Şirnexê fîrmayeke tekstîlê ji ber rojî û remezanê bi şev hilberînê dike.
Di fîrmayê da ji 200î zêdetir karker dixebitin û fîrmayê ji bo xebatkarên xwe yên ku rojiyê digrin, saetên mesaiyê guherandin. Mesaî berê wek 08.00-17.00 bû, lê ji bo meha remezanê fîrmayê mesaî kir 21.30-06.30î. Karker piştî fitarê diçin kar û heta sibê dixebitin.

Nûnerê fîrmayê Fatma Yildizê diyar kir, wan ji bo îbadeta karkeran mesaî hilda şevê.
Yildizê diyar kir, ji ber ku li Silopiya biroj germa hewayê ji 35 pileyî zêdetir dibe, wan seba karkerên rojiyê digirin saeta mesaiyê guherand û got ku guhertin li ser daxwaza karkeran hat kirin û bi hawî hilberîn jî zêde bû.

Karker Zuleyha Ograkê bal kişand ku di rojiyê da xebat zehmet e û wiha dewam kir, "Bi saya guhertina mesaiyê em bi rehetî rojiya xwe digrin. Em ji bo vê guhertinê pir kêfxweş bûn."