Önder Beyter
24 Îlon 2018•Rojanekirin: 26 Îlon 2018
TORONTO
Zeynel Ari ku li bajarê Toronto yê Kanadayê dijî û bi pîzayên li ser agirê êzingan dipêje va navdar bûye, li stargeha derbeder û mihtacan wekî "pariya Kerbelayê" pîza belav kirin.
Zeynel Ariyê xwediyê Dino's Pizza, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da wiha axivî, "Ji bo xêra Hz. Hesen, Hz. Huseyîn û hemû şehîdên Kerbelayê me îro wekî pariya Kerbelayê pîza li kesên bêstar belav kirin."
Ari diyar kir ku ev 2 sal in ew pîza dide kesên bêstar ên li Torontoyê û wiha dewam kir, "Li vî welatê ku ez 20 sal berê hatim, em xebitîn û me tiştek da ser hev, em hatin derekê. Îja armanca min ew e ku xwedî li mihtacan derkevim û dilê wan jî xweş bikim. Min xwest ku di roja Eşûreyê da dilê derbederan xweş bikim."
- Kesên bêstar pir şa bûn
Zeynel Ari ligel pîzayên ku amade kiribûn va çû navenda kesên bêstar û mihtac li herêma Kolana George ya li Torontoyê û li vê derê dilê bi dehan kesan xweş kir. Kesên derbeder li vê derê spasiya Zeynel Ari kirin û li ber derî wekî bîranîn, wêne kişandin.
- Li Tunceliyê jî dilê zarokên sêwî û êtîm xweş kiribû
Zeynel Ari ku li Torontoyê pîzapêjekî wiha navdar e ku dema kesên naskirî û navdar ên wekî Madonna tên Torontoyê, diçin û pîzayên Ari dixwin. Ari par dema ji bo betlaneyê çûbû memleketê xwe Tunceliyê, li vê derê pîza pehtibû, îkramî 70 zarokên êtîm û sêwî û dilê wan xweş kiribû.