Haydar Şahin
21 Gulan 2019•Rojanekirin: 22 Gulan 2019
Li Diyarbekirê kibaba cîgerê ya ku rojê sê danan tê xwarin di remezanê da jî tê tercihkirin.
Kibaba cîgerê ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji tehmên girîng e li ser sifreya fitarê jî cî dibîne.
Di meha remezanê da jî kibaba cîgerê tê petîn û ser sifreya fitarê dixemilîne.
Alî Înceyê hosteyê kibaba cîgerê diyar kir ku 20 sal e vê kibabê çêdike.

Înce diyar kir ku kibaba cîgerê ji kezeba berxan tê çêkirin, li bajêr di taştê da jî tê xwarin.
Înce bal kişand ku cîger ji hêla hesin va çavkaniyeke baş e û wiha axivî: "Dibê cîger teze be. Ji bo ku vîtamîna di nav da winda nebe dibê zêde neyê hişkirin. Kibaba cîgerê ji Diyarbekirê tê xwarin. Welatî di şîv û paşîvê da tên cîgerê dixwin. Gelekî bi kêrî bedenê tê."
Ferhat Ozturkê ji Stenbolê hatiye bajêr û li di fitarê da kibaba cîgerê dixwar jî got ku kibaba cîgerê li Diyarbekirê wekî çandekê ye.
Ozturk wiha axivî: "Em ji vê kibabê hez dikin. Menuya me ya sereke ye ser sifreyên me. Dema têm Diyarbekirê herî kêm 3-4 caran kibaba cîgerê dixwim û wisa vedigerim. Dema cîgerê nexwim min wetrê qet nehatime Diyarbekirê."
Ozturk bal kişand ku ji bo tehma wê di fitar û paşîvê da jî cîger tê xwarin û wiha pê da çû: "Ji ber ku tehma wê zehf xweş e meriv 24 saetan bixwe jî jê têr nabe. Fitar an paşîv ez di her saetê da dikarim vê xwarinê bixwim."
Îbrahîm Sagin jî diyar kir ku beriya rojiyê hin caran taştêya xwe bi kibaba cîgerê dikir, nika jî fitara xwe bi vê kibabê vedike.