İbrahim Atmaca
21 Gulan 2019•Rojanekirin: 22 Gulan 2019
Li Wanê Komeleya Alîkariya Însanî ya ÎHHyê ji bo "Roja Êtîmên Dinyayê" fitar da.
Bernameya fitarê li bajêr di saloneke dewatê da hat lidarxistin û Berpirsê Yekeya Êtîman a ÎHHyê Ramazan Dundar di bernameyê da axivî û diyar kir li deverên ku ku şer lê heye, afat û xizanî didome ji bo qaîmkirina edalet û qenciyê armanca wan ew e ku alîkariya însanî bigihînin hemû merivên mihtac û mezlûm.
Dundar daxuyand, ew di xebatên xwe da pêşiyê alîkariyê ji êtîm û malbatên êtîm ra dibin û wiha dewam kir, "Li ser rûyê dinyayê li 53 welatan em rêk û pêk, li 120 welat û herêman jî serê heyamê alîkariyê didin 800 hezarî zêdetir zarokên êtîm. Em vê gavê bi awayê nîzamî piştgiriyê didin 94 hezar êtîman."
Piştî fitarê ji zarokên beşdarî fitarê bûn ra pêlîstok diyarî kirin.