Fadıl Aslan
11 Gulan 2022•Rojanekirin: 11 Gulan 2022
Li Şirnexê koçerên pez û dewarên xwe dabûn pêşiya xwe û dixwestin biçin Hekariyê ji ber berf û pûkê li Zozanê Faraşînê mehsûr man.
Koçerên bi qasî 6 mehan ji zozanan dûr man bi germbûna hewayê va berê xwe dan zozanan.
Ji navçeya Cizîrê koçerên 15 roj berê derketibûn rê di nav pûk û berfa ji nişka va lê kir da mehsûr man.
Koçerên li Deşta Faraşînê raqima wê 2 hezar û 625 e mehsûr man xwe spartin malên li gundê Yeşîloza ser navçeya Beytşebabê.
Ji koçeran Servet Polat got ku ew tevlî 700 pez û dewarê xwe li Zozanê Faraşînê di nav berf û pûka duh lê kir da mehsûr ma û wiha domand: "Ez ji gundiyan ra gelek spas dikim. Koçerî zor e. Heke welatiyên li vê derê nebûna pez û dewarên me wê mirar bibûna. Mala wan ava derê xwe li me vekirin. Em li bendê ne berf bisekine. Bi vî awayî em nikarin derkevin rê. Bi xweşbûna hewayê em ê jî derkevin rê."