Abdullah Söylemez,Cüneyt Çelik,İsmail Hakkı Demir
28 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2021
Li Erzirom, Qers û Agiriyê bi tesîra sermayê cemed û hişkî çêbû.
Li Erziromê serma tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li bajarê ku camên wesayît û kargehan cemed girt, şadirwanên mizgeftan qerimîn.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin rê xwê kirin.
- Li Agiriyê depoya sotemeniyê ya tiran qerimî
Li bajarê Agiriyê yê ku sir û serma bi bandor e, zivistan pir dijwar derbas dibe.
Heywandarên ku sibehê zû çûn bazara ajalan, ji ber hişkiyê zehmetî kişandin. Qiraviyê avêt rûyê dewarên li bazarê.
Ji xeynî van, li bajêr depoya sotemeniyê ya tirên li îstasyonên sotemeniyê parqkirî jî qerimî.
Ajokaran di bin depoyan da agir vêxistin ku sotemenî vehele.
Li bajêr çem û robar qerimîn, mij derket.
Ajokarê tirê Birol Abay ji peyamnêrê AAyê ra got, hewa zehf sar e, depoyên gelek tiran qerimîn.
Abay bal kişand ku wan sibehê zû nikaribû wesayîta xwe bidin xebatê û wiha dewam kir, "Heta sibehê em di hundirê wesayîtan da rûniştin. Hewa di bin sifirê da 25 pile ye, pir sar e. Me agir vêxist ku em wesayîtên xwe bidin xebatê. Êş û zehmetiya me bi dawî nabe."
- Li Qersê çem û robar qerimîn
Li Qersê jî sir û sermayê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Bi tesîra sermayê çem, gol û bendav qerimîn.
Çemê Qersê li ciyê ku di ber Keleha Qersê ra derbas dibe bi temamî qerimî.
Welatiyan wesayîtên xwe bi cilikan nixumandin.