12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
VAN
Li Başkaleya navçeya Wanê ji bo dibistanên taxên dewrûberê ku bêtuwalet in, 15 konteyner tuwalet hatin standin.
15 konteyner ku ji kabîna polyester, du klozet û du lawaboyan pêk tê yên ku li Kocaeliyê hatin çêkirin, anîn navçeya Başkaleyê.
Qaymeqam û Cîgirşaredar Abdulselam Ozturk diyar kir ku tuwalet dê çend roj şûnda ji dibistanên ku pêwîstiya wan pê heye ra werin teslîmkirin.
Ozturk bal kişand ku ewê li dibistanan çalên foseptîk bikolin û tuwaletan bicih bikin û wiha xeber da, "Zarokên ku siberoja me ne, timî layîqî tiştên herî baş in. Heya em hebin emê ji bo zarokan tiştên herî baş bikin."