12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
AYDIN
Li Dîdima navçeya Aydînê 50 biyaniyên ku hewl didan bi rêyên derqanûnî derkevin dervayê welêt hatin derdestkirin.
Li gor agahiyên ku hatin standin, masîgiran li perava Fenerê ferq kirin ku komek xwe amade dike bi bota lastîk va xwe berdin behrê û li ser vê haya polêsan pê xistin.
Ekîb li ser îxbarê hatin herêmê û kesên biyanî yên ku hewl didin bi rêyên dereqanûnî derkevin dervayê welêt dan sekinandin.
Hat tesbîtkirin 50 kesên ku anîn ewlekariyê welatiyên Iraq û Sûriyeyê ne.
Ekîban karûbarên li ewlekariyê yê biyaniyan temam kirin û teslîmî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Bajêr kirin.