İbrahim Toprak
30 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2025
Li Batmanê ji ber berf û rewşa hewayê ya nebaş dibistan ji bo sibê hatin tetîlkirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, sibê li bajêr berf tê payîn û danê sibê û êvarê jî hewa wê sar be, ji ber vê jî qeşa û serma wê çêbibe.
Hat daxuyandin ku ji ber vê, li hemû saziyên perwerdeyê yên fermî û taybet ji bo rojekê perwerde hat rawestandin.
Ji bilî vê, hat destnîşankirin ku kesên astengdar û ducanî yên ku di kamuyê da dixebitin jî wê neçin kar.