Nevzat Umut Uzel
29 Tebax 2023•Rojanekirin: 29 Tebax 2023
Li Wanê serê sibehê taviya baranê hat û welatiyên li derva zehmetî kişandin.
Barana ku li navenda bajêr dest pê kir, di kurtedemekê da tesîra xwe zêde kir.
Kesên ku ji bo taviyê tedbîra wan tunebû, revîn hundirê kargehan û xwe dan ber banê rawestgehên otobusan.
Walîtiyê jî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da hişyarî da ku meriv li hemberî rewşên neyînî yên wekî lehî, birûsk, zîpik, bayê gur û astengiyên veguhestinê baldar û bi tedbîr bin.