Nihat Kavşut
23 Tebax 2018•Rojanekirin: 23 Tebax 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê li bazarên heywanan di rojên dawîn yên Eyda Qurbanê da qerebalixî hê dewam dike.
Di roja sêyemîn ya Eyda Qurbanê da hejmara heywanên li bazaran jî her diçe kêm dibe û welatiyên karê xwe hiştine rojên dawîn tên bazarên heywanan.
Welatiyên dixwazin bi bihayekî erzan ji bona qurbanê heywan bikirin li bazaran digerin û heywandar jî dixwazin bi bihayên ku eşkere kirine bifiroşin.
Ramazan Çetinê li bazarê heywanên xwe difiroşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got 15 roj e heywanên xwe aniye bazarê.
Çetin diyar kir dixwaze heywanên mane jî îro bifiroşe û wiha got: "Bihayê pezên ji bona qurbanê bi 800 lireyî dest pê dikin, bihayê wan maqûl e. Ez dixwazim îro hemû heywanên xwe bifiroşim û herim bêhna xwe bidim."
Nîhat Sevgîliyê ji bona heywan bikire li bazaran digere diyar kir bihayê heywanan gorî texmîna min erzan e û got ji ber karê xwe min hişt roja dawîn.