Nihat Kavşut
23 Tebax 2018•Rojanekirin: 27 Tebax 2018
BÎNGOL
Li Garîpa gundê Bîngolê gorî edeta ku 10 sal in dewam dike, goştê qurbanên ku li meydana gund tên serjêkirin li hemû malên gund tê belavkirin.
Li gund piştî nimêjê qurbanên ku tînin meydana gund serjê dikin û goştê qurbanê li her kesî belav dikin.
Mixtarê gund Lutfu Karinçu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji bona bereketa qurbanê bikeve her malê kesên qurban didin, qurbanên xwe tînin meydana gund û serjê dikin.
Karinçu diyar kir ev edet 10 sal e li gund dewam dike û wiha got: "Goştê qurbanê li hemû malan wekî hev tê belavkirin. Feqîr û dewlend ferq nake û goşt dikeve her malê. Qurban bi hev ra tên serjêkirin û di poşêtan da li hemû malan belav dikin."
Ji gundiyan Siddik Kartarî diyar kir goştê tê perçekirin em li kîloyê dixin û wekî hev belav dikin.
Katarî destnîşan kir îsal serê her malê 8 kîlo goşt ket û got bi vî awayî tu malek bêgoşt namîne.
Selahattîn Arat (47) jî diyar kir ji bona goştê qurbanê bikeve her malê edeteke wiha dane destpêkirin.