26 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2015
ÇANAKKALE
Li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê 46 penaberên ji Sûriyeyê ku dixwestin herin Girava Mîdilliyê ya Yewnanistanê hatin qefaltin.
Li gor agahiyan penaberên ku dixwestin herin Girava Mîdilliyê ya Yewnanistanê li gundê Bademliya Ayvacikê li botê siwar bûn.
Hat diyarkirin ku tîmên Fermandariya Ewlehiya Peravan derketin operasyonê û penaberên ku dixwestin herin Girava Mîdilliyê ya Yewnanistanê qefaltin.