Sabri Yıldırım
25 Îlon 2023•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2023
Li Mûşê dirûna gulberojkên ku Dezgeha Çandiniyê ya Yildiz Alparslanê li ser 24 hezar dekarî danî, dest pê kir.
Endezyarê Ziraetê yê dezgehê Ahmet Gurkan Çelebî ji rojnamegeran ra got ku wan li ser 7 hezar dekarî ji bo dendikê çerez gulberojk danî, ji bo rûn jî wan li ser 17 hezar dekarî gulberojk danî.
Çelebî diyar kir ku 9 makîneyên dirûnê dest bi dirûna gulberojkan kir û armanca wan ew e ku ji hilberîna gulberojkan bi nêzî 94 milyon lireyî va piştgiriyê bidin aboriya welêt.
Çelebî destnîşan kir ku ew îsal li benda 4 hezar û 400 ton rekolte ne û wiha dewam kir, "Em gulberojkan dişînin fabirqeyên rûn ên gelek bajaran. Piştî ku rûnê gulberojkan jê tê hildan, bermahî dine kuspe. Lewra bermahiya gulberojkan ji aliyê proteînê va dewlemend e û wekî êm didin heywanan."