Emre Ilıkan
22 Mijdar 2022•Rojanekirin: 24 Mijdar 2022
Kulûba Wênekêşên Siruştê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li Tetwana navçeya Bidlîsê çalakiya meşa siruştê û wêneyan li dar xist.
Ji bo nasandina hewzeya Gola Wanê, siruşthez û kesên ku ji kişandina wêneyan hez dikin, çûn gundê Încekayayê û geriyan.

Kesên ku beşdarî çalakiyê bûn, xweşikahiyên gola herî mezin a Tirkiyeyê dîtin û wêneyên wan kişandin.
Perwerdekarê wêneyan Burak Demir diyar kir, Gola Wanê bi kendavên xwe yên bê hempa û ava xwe ya şîn va merivan dixe hejmetkarê xwe.
Demir destnîşan kir, ew bi alakiyan va hewl didin ku hewzeya Gola Wanê bidin naskirin û wiha dewam kir:
"Me di binê banê şaredariyê da kursa wênekêşiyê li dar xist. Nêzî 36 kursiyer fêrî hûrguliyên wênekêşiyê dibin. Em dawiya hefteyê jî bi kursiyer û siruşthezan ra xweşikahiyên siruşta herêma me dibînin. Me wêneyên şikeft û xweşikahiyên herêma gundê Încekayayê kişandin. Em her kesî dewet dikin ku werin xweşikahiyên dîrokî û siruştî yên herêma me bibînin."