İlhami Erkılıç,Günay Nuh,Cüneyt Çelik,Abdullah Söylemez
19 Mijdar 2025•Rojanekirin: 20 Mijdar 2025
Li Erzirom, Qers, Erdexan û Agiriyê mij çêbû, ji ber hewaya sar dar û beran qiravî girt û paceyên wesayîtan bi qeşayê nixûmî.
Li Erziromê bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 5 pile hat pîvan, ji ber hewaya sar û mija ku serê sibê çêbû dar û beran qiravî girt.
Hin welatiyan qeşaya li ser paceyên wesayîtên xwe paqij kir.
Ji bilî navenda bajêr, li ser rêya Erzirom-Qersê û rêya hawîrdor jî ji ber ku mij çêbû, mesafeya dîtinê heta 10-15 mêtroyan kêm bû û şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajot.
- Erdexan
Li Erdexanê jî hewa sar e.
Germahiya hewayê bi şev daket bin sifirê, ji ber vê qeşa û qiravî çêbû.
Paceyên wesayîtan, dar û beran qiravî girt.
- Qers
Li Qersê germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da daket 6 pileyan û qiravî çêbû.
Hin welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.
- Agirî
Li Agiriyê jî ji ber ku mij çêbû, li navenda bajêr û dora wê mesafeya dîtinê kêm bû.
Şofêran lembeyên wesayîtên xwe vêxistin ku bi rehetî herin û bên.
Dîmenê esmanê ku mij lê heye bi dronê hat kişandin.