İlhami Erkılıç,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
22 Mijdar 2022•Rojanekirin: 23 Mijdar 2022
Li Erzirom û Qersê ji ber hewaya sar di jiyana rojane da zor û zehmetî peyda dibin.
Ji ber hewaya sar li Erziromê camên wesayîtan qerisîn û hinek rê jî cemed girtin.
Li deverên bilind ên bajêr berf heye û li hin herêmên bakurê bajêr jî mij heye.
- Qers
Li bajarê Qersê germahiya hewayê bişev di bin sifirê da heta 4,5 pileyan daket.
Ji ber hewaya sar camên wesayîtan qerisîn û dar û devî jî qeşa girtin.
Li herêma Acisûya ser navçeya Sariqamişê jî hin kesan li mêrga qeşayê avêtiyê, dewar berê çêrê dan.
Li navçeyê ji ber ku rêya cemed girtiye polêsan hişyarî ku bila welatî baldar bin û bi tewdîr tevbigerin.