Hilmi Tunahan Karakaya
18 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2022
Li Erziromê park û baxçe bi rengên payîzê xemilîn.
Li navçeya Yakutiyeyê Parka Botanîkê ya Zanîngeha Ataturk 150 cure dar û ber û çîçek hene.
Parka li ser 350 donimî ye û tê da gol, pireya darîn, pergola, kameriye, baxçeyê heywanan û rêyên ku kevir lê ro kirine hene.
Van rojan dar bi rengên payîzê xemilî ne. Kesên ku parkê ziyaret dikin, wêneyan dikşînin.