Talha Koca,Günay Nuh,Yusuf Ayas,Sidar Can Eren,İlhami Erkılıç,Hüseyin Demirci,Fırat Atmaca
29 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2025
ERZURUM (AA) - Li Tirkiyeyê bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da bi 32 pileyan va li Goleya navçeya Erdexanê hat pîvan.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê sir û seqem tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li herêmê li navenda parêzgehan bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da li Erdexanê 29, li Erziromê 23, li Agiriyê 19, li Qersê 18 û li Tunceliyê jî 5 pile hat pîvan.
Li Erziromê camên wesayîtan û yên rawestgehan cemed girt.
Li bajêr her wiha daran qiravî, şadirwanên mizgefan jî cemed girt.
Hin welatiyan jî ji ber sir û seqemê wesayîtên xwe bi cilikan nixumandin.
- Erdexan
Li Erdexanê bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 29 pile hat pîvan.
Kesên derketin derva birû, bijang û porê wan ji ber sermayê qerisî.
Selçuk Akturk destnîşan kir ku bajar bi taybetî îro pir sar û lewma ew pir bi zehmetî çû kar.
Ji ber sir û seqemê li navçeya Goleyê jî cemed û qiravî çêbû.
- Qers
Li Qersê serma, mij û qiraviyê tesîra xwe nîşan da.
Li navçeya Sariqamîşê, dar û nebatan qiravî girt, kanî qerimîn.
Wênegirên xwezayê jî wêneyên werdekên serkesk kişandin ku di Ava Sariqamîşê û Çemê Qersê da li tiştekî xwarinê digeriyan.
Ji aliyê din va roviyên ku li ser berfê li pey nêçîrê bûn jî hatin kişandin.
- Agirî
Li Agiriyê ji ber sermayê li ser rê û peyarêyan cemed çêbû, daran qiravî girt.
Çemê Muradê yê rûqerimî ji hewa da hat kişandin.
- Tuncelî
Li Tunceliyê jî bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da daket 5 pileyan û di encamê da daran qiravî girt.
Li bajêr her wiha çem û sûlavan cemed girt, li serê çiyayan jî mij û dûman çêbû.