03 Sibat 2017•Rojanekirin: 04 Sibat 2017
SİİRT
Li Sêrtê ekîbên Rêbebiriya Karûbarên Daristanê û Weqfa Gencan a Tirkiyê (TUGVA) êm li heywanên kovî belav kirin.

Li gor agahiyan li qezaya Tiloyê 8 çewal genim, 7 torbe nan, 2 çewal ka û 3 çewal êmê hûrkirî hat belavkirin.

Saziyan diyar kir ku zivistan pir sar e û heywan di peydakirina êm de zehmetiyê dikşînin loma dê ev xebatên wan berdewam bin.