12 Hezîran 2017•Rojanekirin: 13 Hezîran 2017
KONYA
Li Yunaka navçeya Konyayê wesayîtek welgeriya şerampolê kesek mir, 3 kes birîndar bûn.
Wesayîta şofêrê wê Bahattîn Aslan (21) û plaqeya wê 42 TU 607 li ser rêbeja Akşehir-Yunakê di kîlomêtroya 15emin de welgeriya şerampolê.
Di qezayê de şofêr Aslan û Muhammet Nurî Aslan (19), Cansu Gursoy (21) û Hîcran Kîraz (15) birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Akşehirê; lê Muhammet Nurî Aslan li nexweşxaneyê mir.