15 Îlon 2016•Rojanekirin: 21 Îlon 2016
MUŞ
Li Mûşê li hin rezan miştaxe dewam dike
Li Mongok, Qele, Încebel, Mehmetcan û Pamukluka Mûşê li hin rezan miştaxe dewam dike.
Tiriyê Mûşê di destpêka meha îlonê da digihe û kîloya wê bi 5 lireyî tê firotin
Naîm Topluyê xwedan rez wiha xeberda: "Tê zanîn ku di salên 1850-1920an da ji Misr û Ermenistanê şitlê mêwan anîne û çandine. Wan salan bi pêşketina rezvaniyê va tiriyê ku kom kirine şandine Fransayê."
Toplu destnîşan kir ku rezên li Mûşê di payîzê da digihin û gelek kes pê debara xwe dikin û wiha dewam kir: "Lê îsal ji ber hewayê li Mûşê jî ji sedî 50 kêm bû."