Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
10 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2026
Li Sariqamîşa navçeya Qersê otobusa rêwiyan li kamyona kargoyê qelibî, li gorî tesbîtên berahî 9 kes birîndar bûn.
Kamyona kargoyê ya bi plaqeya 06 EE 0189 ku Emre Can Aras diajot li ser rêbeja Qers-Erziromê li texma Karakurtê ji kontrolê derket û qeza kir.
Piştra otobusa bi plaqeya 23 AEV 640 ku Mehmet Zulkuf Çaglayan diajot hat li kamyona navborî qelibî.
Li ser îxbarê ekîbên AFAD, tenduristî û cendirmeyê hatin cihê bûyerê.
Di qezayê da li gorî tesbîtên berahî 9 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên derdorê.