İlhami Erkılıç,Hüseyin Demirci,Günay Nuh
22 Sibat 2023•Rojanekirin: 22 Sibat 2023
Li Erzirom, Erdexan û Qersê bandora sir û seqemê berdewam e.
Li Erziromê berfa ku bi navber barî vegerand sermayê. Ji ber hişkiyê di rêyan da cemed çêbû û bi baniyên avahiyan va şembelûk daliqîn.
Bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da li Erzirom û Agiriyê 5, li Qers û Erdexanê jî 4 pile hat pîvan.
Stûriya berfê li navendên kaşûnê li Palandokenê 146, li Palandoken 2yê 50, li ya Qersê jî 67 santîmetre hat pîvan.
- Qers
Li Sariqamîşa navçeya Qersê sir û seqem bi bandor bû.
Li navçeya ku germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da daket heta 11 pileyan, ekîbên şaredariyê xebata verotina berfê û rêxwêkirinê dan destpêkirin.
Ji aliyê din va li Çemê Sariqamîşê werdekên serkesk li qût geriyan.
- Erdexan
Li Erdexanê jî serma û barîna berfê tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li navenda bajêr hişkî bû sedema qermê, ciyên bilind jî bi berfê spîçîl bûn.
Barîna berfê her wisa dorbera Çemê Kûrayê jî spî kir.