İbrahim Atmaca
06 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê seba qeşa û cemedê hişyarî hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li gor texmînê li herêmê hewa wê ewrsayî be, serê sibê cî bi cî xumam, qeşa û cemed tê payîn.
Li gor texmînê germa hewayê ya li herêmê wê li gor demsalê be.
Ji ber qeşa û cemedê şofêr di serî da ji welatî û rayedaran hat xwestin ku baldar û bitevdîr bin.
Bişev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Îdirê pileyek, li Tuncelî, Erdexan û Erzincanê 2, li Qersê 4, li Erzirom û Agiriyê 7 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Tunceliyê 10, li Erzincanê 7î li Îdirê 4, li Agirî û Erziromê pileyek, di binê sifirê da li Qersê pileyek û li Erdexanê 2 pile tê payîn.