14 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar bi di binê sifirê da 26 pileyî va li Agiriyê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, tê texmînkirin li herêmê hewayê ewrsayî û sayî be.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Agiriyê di binê sifirê da 26, li Qersê di binê sifirê da 25, li Erdexanê di binê sifirê da 24, li Erziromê di binê sifirê da 20, li Îdirê di binê sifirê da 13, li Ezirganê di binê sifirê da 11 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Ezirganê 1, li Erzirom û Îdirê di binê sifirê da 2, li Agiriyê di binê sifirê da 4, li Qersê di binê sifirê da 7 û li Erdexanê di binê sifirê da 8 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 49, li Erziromê 28, li Qersê 17, li Erdexanê 15, li Ezirganê 1 û li Îdirê 9 santêm hat pîvandin.
Rayedaran hişyarî da welatiyan ku bira ji bo cemedê baldar bin, dibe ku car caran mij û puk bikeve, bira bêtevdîr nemînin.