Günay Nuh,Muhammet Mutaf,Cüneyt Çelik,Abdullah Söylemez
13 Adar 2022•Rojanekirin: 14 Adar 2022
Li Erzirom, Erdexan, Agirî û Qersê sir û sermaya zêde tesîrê li ser jiyanê dike.
Li Erziromê germahiya herî kêm a bi şev dakete binê 10 pileyî, berf jî dem demî dibare.
Li bajêr pêyarê û rêyan cemed girt, li ser dar û baniyan şembelûk çêbûn, kaniyên mizgeftan jî ji ber ku qeşa girtin nakişin.
Ekîbên rêbejayê û şaredariyê ji bo rê neyên girtin xoyê direşînin.
- Qers
Li Qersê ji ber berfa ku 6 roj e dibare germahiya herî kêm a bi şev dakete binê 14 pileyan.
Welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe paqij kir.
Li bajêr heywanên kovî jî ji ber sir û sermayê bê xwarin man.
Ekîbên Midûriya Herêma 18emîn a Rêbejay û Îdareya Taybet a Bajêr û Şaredariya Qersê ji ber berfê dixebitin.
- Erdexan
Li Erdexanê hewaya sar piştî demekê cihê xwe ji berfê ra hîşt.
Ji ber berf û sermayê navenda bajêr çîl spî bû.
Ekîbên berfê dixebitin ku rê neyên girtin.
- Agirî
Li Agiriyê ji ber berfê kuçe û kolan spî bûn.
Ekîbên şaredariyê ji ber berfê dixebitin.