Necat Hazar,Sayim Harmancı,Sabri Yıldırım,Şener Toktaş
13 Adar 2022•Rojanekirin: 14 Adar 2022
Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê berf û bagerê rêya 1044 cî û waran girt.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berf û bagerê rêya 308 taxên bajêr girt.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan û ji bo paqijkirina berfa ser kuçe û kolan û peyarêyan dixebitin.
Ekîbên Midûriya Herêma 1em a Rêbejan jî ji bo vekirina rêya Wan û Bahçesarayê (Miks) û ji bo vekirina rêyên deverên bilind dixebitin.
- Hekarî
Berfa ku li Hekariyê barî û bagera ku rabû, di çûyîn û hatinê da tengasî derxist.
Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat dayîn, berf û bagerê li tevahiya bajêr rêya 160 gund û mezreyan girt.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin, ekîbên şaredariyê jî ji bo verotina berfa kuçe û kolanan dixebitin.
- Mûş
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yentur diyar kir, berfê rêya 316 gundan girt.
Yentur daxuyand, li herêmên navborî ekîb xebatan dimeşînin û wiha dewam kir, "Li deverên bilind qalindahiya berfê dora 5-6 mêtreyan e. 59 makîneyên kar û 85 personel timî li ser kar in ku rê neyên girtin."
Ekîbên şaredariyê jî li nav bajêr berfa kuçe û kolanan davêjin, li ser peyarêyan berfê vedirojin.
- Bidlîs
Li Bidlîsê berf û bagerê rêya 260 gundan girt.
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir, ji bo ku welatî mexdûr nebin rê wê werin vekirin.