Abdullah Söylemez
02 Îlon 2022•Rojanekirin: 05 Îlon 2022
Li Tirkiyeyê kesên ji ber mueyîdeyên şewba Kovîd-19ê ji kar û xebatên sporê dûr ketibûn piştî şewbê berê xwe dan sporên siruştî.
Kesên ji siruştê kêfê hildidin Çiyayê Agiriyê ku bilindahiya wî 5 hezar û 137 metre ye.

Hejmara sporvanên xwedî lîsans ku girêdayî Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê (FÇT) bûn 12 hezar bû û di nav salekê da ev jimar 3 hezar zêde bû û derket 15 hezarî.
Serokê FÇTê Prof. Dr. Ersan Başar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li 81 bajarî teşkîlata wan heye û 560 jî klubên girêdayî wan hene.
Başar destnîşan kir ku ew federasyoneke mezin in û di qada çiyagerî û hilkişînê da jî perwerdehiyê didin.