Nihat Kavşut
09 Tebax 2019•Rojanekirin: 13 Tebax 2019
Li Sirûca navçeya Şanliurfayê qulunçeya ku di eydan da tê belavkirin bi hatina Eyda Qurbanê ra tê amadekirin û firotin.
Qulunçeya ku ji şîr, ar, rûn, hêk, kuncî û 7 cure beharatan tê çêkirin di eydan da li ber çayê datînin û bi cureyên xwe yên şîrîn, bixwê û bikuncî zehf tê hezkirin.

Qulunçeyên ku jin di malan da jî çêdikin di firûnên li taxan da tên pehtin.
Hosteyên ku di eydan da nikarin ji heqê siparişên qulunçeyan derkevin digel germ û kelekela havînê dixebitin.
Ahmet Kiyakê hosteyê qulunçeyan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku em di eydan da êdî ji heqê siparişan dernakevin û wiha dewam kir: "Qulunçe li Şanliurfayê tê çêkirin. Di Eyda Qurban û Remezanê da zehf tê xwarin. Li ber çayê qulunçeyan didin mêvanan. Qulunçe li ber çayê xweş e."

Ahmet Kiyak destnîşan kir ku qulunçeyên malan çêdikin û wiha got: "Qulunçeyên ku em çêdikin cuda ne. Ev qulunçeyên malê ne. Berê jinan li malê çêdikirin. Niha her kes hînî tiştên hazir bûye, lê em qulunçeyên malê çêdikin. Hin kes bi xwe ra dibin Stenbolê jî û em jî carna bi kargoyê dişînin. Di eydê da eleqeyeke mezin çêdibe."
Halîl Yildiz jî diyar kir berê li Sirûcê beriya eydê tatêla çêkirina qulunçeyan hebû û got ku niha mîna berê di malan da nayên çêkirin.