Müslüm Etgü,Cebrail Caymaz
17 Hezîran 2024•Rojanekirin: 18 Hezîran 2024
Li Şanliurfaya ku yek ji navendên girîng ên heywandariya Tirkiyeyê ye, di roja 2yemîn a Eyda Qurbanê da liv û tevgera li bazarên heywanan didome.
Li bazarên ku li gelek deverên bajêr hatin vekirin, firotina heywanên ji bo qurbanê didome.
Heywandar ji bo ku qurbanên di destê xwe da bifiroşin, welatî jî ji bo ku li gorî budceya xwe qurbanekê bistînin, bazarê dikin.
Heywandar Nedim Çiftçi ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, wî roja ewil a eydê beşeke qurbanan firot û îro jî firotin didome û wiha dewam kir, "Bihayên me guncav in. Em di navbera 10-12 hezarî da difiroşin. Em li vir li benda qismetê xwe ne, welatiyên dixwazin bistînin bira werin."