Metin Özmen
23 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 02 Mijdar 2024
Li Sasona navçeya Batmanê berhevkirina hingiv destpê kir.
Qaymeqam Furkan Başar anî ziman ku li navçeyê nêzîka 60 hilberîner di kewarên reş da hingiv hildiberînin û di çarçoveya Projeya Navçeya Mînak Berhema Mînak" da bi mebesta geşepêdana vî karî kewarên reş dane 20 hilberînerî.
Başar destnîşan kir ku li navçeyê li quntara Çiyayê Meretoyê, li Zozanên Cobetê û çend zozanên din salê nêzîka 5 ton hingivê kewarên reş tê hilberandin û nuha nêzîka 500 kesî hilberîneriya hingiv dikin.
Ji hilberîneran Hasan Uçar anî ziman ku di meha cotmeh û mijdarê da hingivê kewaran berhev dikin û li gundê Bogazkapiyê hingivê organîk hildiberînin.
Siphan Bozkurtê ku li gundê Karşiyaylayê mêşvaniya kewarên reş dike jî destnîşan kir ku welatî ji ber wesfê wê ya şîfayî hingivê organîk dixwazin.