İbrahim Atmaca
28 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2019
Li Uludereya navçeya Şirnexê 3 kesên ku erebeya wan di berfê da mabûn, ji aliyê ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr va hatin xelaskirin.
Li navçeya Uludereyê 2 roj in berf dibare û jiyan serobino bû. Berfê rêya 2 gundên ser navçeyê girt, li bajaroka Uzungeçîtê texma Girê Spî otomobîla ku plaqeya wê 73 AC 187 e, di berfê da ma û 3 kes tê da mehsûr man.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr, 3 saetan da ancax rê vekirin û 3 kesên ku di wesayîtê da mehsûr mabûn, xelas kirin.
Li navenda navçeya Beytuşşebabê qalindahiya berfê derket 30 santêmî, li deverên bilind mêtroyek berf ketiye. Li navçeyê ceyrana hin taxan jî tuneye.
Li navçeyê berfê rêya 9 gund û 2 mezreyan girtiye, ji bo vekirina rêyan ekîb dixebitin.