Ahmet Aydın
30 Îlon 2019•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2019
Li Uludereya navçeya Şirnexê "Festîvala Ciwanan û Aşitiyê" bi çalakiyên ku hatin encamdan qediya.
"Festîvala Ciwanan û Aşitiyêya Uludereyê" ku bi piştevaniya Wezareta Ciwanan û Werzişê û Wezareta Çand û Geştiyariyê hat lidarxistin, di roja wê ya sêyemîn de bi çalakiyên ku hatin encamdan qediya.
Festîvala ku ji aliyê Walîtî û Şaredariya Uludereyê ve li qada gundê Încelera li quntara Çiyayê Qatoyê, îsal duyemîna wê hat lidarxistin, di roja wê ya sêyemîn de konser hatin dayîni çalakiyên werzişê hatin kirin û berhemên herêmî hatin nimayişkirin.
Di festîvalê de Qaymeqamê Uludereyê Ahmet Solmaz û Serokê Şaredariya Uludereyê Sait Urek axaftinên spasiyê kirin.
Piştî axaftinan beşdar li standên festîvalê geriyan, endamên protokolê li ber muzîkê govend girtin. Di festîvalê de hundermendên herêmî û sitranbêj Yusuf Guney konser dan.