Muhammed Gencebay Gür
01 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2023
Li beşa Anadoluyê ya Stenbolê car bi car barana gur dibare.
Barana ku saet 05.00ê sibehê li hêla bakurê welêt destpê kir, bandora xwe ya li ser teveka beşa Anadoluyê bi navber didomîne.
Baran bi taybetî li Umraniye, Beykoz, Çekmekoy, Sancaktape û li cihên din dibare.
Li gorî sepana mobîl a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, zexmiya li seranserê bajêr ji saet 06.30î şûnde ji sedî 18 hat pîvan.